Türkan Tosun
05 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2021
Li Xelata navçeya Bidlîsê Newala Madavansê ya ku tê da 400 malên di hundirê şikeftan da hene û şopa hezar salan dihewîne wê bi saya xebatên restorasyonê bibe cihekî turîzmê.
Newala Madavansê ya ku 17 kîlomêtroyî ye bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va ji hêla Qaymeqamtiya Xelatê va wek "Qada Taybet Divê Teqez Bê Parastin" hat îlankirin.
Di vê çarçoveyê da projeyeke Newala Madavansê ji bo turîzmê amade bike ji hêla Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) va hat qebûlkirin û xebatên li newalê wê bên destpêkirin.
Berpirsyarê Şaxa Kordînasyona Projeyê ya Qaymeqamtiya Xelatê Necatî Aktekîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand armanca vê projeyê ew e ku newal ji hêla turîzmê va bê amadekirin ku aboriya herêmê pêşva here, dîrok û çanda herêmê bê parastin.
Aktekîn got di lêkolînan da hat tespîtkirin di newalê da îbadetxane û 400 malên di hundirê şikeftan da hene, lê ji ber erdhej û hezazan ew hatine girtin.
- "Emê ewil 4 mal û îbadetxaneyeke di hundirê şikeftan da amade bikin"
Aktekîn wiha axivî: "Li newalê dar û nebatên cuda hene em dixwazin bi hespan va turên ji bo Zozanê Suteyê bidin destpêkirin û wênekêşiya nebatan pêşva bibin. Êdî meriv ji turîzma luks dûr dikevin. Turîst dixwazin herin cihên xwezayî, li wan deran bimînin û xwarinên xwezayî bixwin. Ji ber van hewcedariyan armanca me jî ew e ku em ekoturîzmê pêşva bibin."
Aktekîn anî ziman meriv li vir heta salên 1800î jiyane ku ewê malên di hundirê şikeftan da û îbadetxaneyan nû bikin, çayxane û baxçeyên geştê ava bikin û wiha dewam kir: "Emê ewil 4 mal û îbadetxaneyeke di hundirê şikeftan da wek halên wan ên berê amade bikin. Armanca me ew e ku em şopa jiyanê ya bi hezaran salan zindî bikin, bala merivan bikşînin vir û xweşikiyên xwezayî û dîrokî bidin jiyîn."