Jiyan

Mêşvan amadehiyan dikin ku derkevin zozanan

Li Hîzana navçeya Bidlîsê mêşvan amadehiyan dikin derkevin zozanan Serokê Yekîtiya Mêşvanên Hîzanê Seyîthan Ekîncî: "Dema kulîlk vebûn emê kewaran bikşînin û hewl bidin hingivekî biqalîte hildin.

Türkan Tosun   | 14.05.2019
Mêşvan amadehiyan dikin ku derkevin zozanan

Bitlis

Li Hîzana navçeya Bidlîsê mêşvanên hingivê bêlîs reş bi dest dixin amadehiyan dikin derkevin zozanan.

Mêşvan biharê bi kedeke mezin û zehmet kewarên mêşan derdixin zozanên bilindahiya wan 3 hezar mêtroyî û hingivê bitahm bi dest dixin.

Payîzê dema hingiv tê berhevkirin kewarên mêşan dibin cihên germ.

Mêşvanên ji Hîzanê bi hatina biharê va kewarên mêşan birin herêma Gaydayê li zozan û çiyan danîn.

Hingivê ji herêmê tê bidestxistin aboriya navçeyê jî pêşva dibe.

Serokê Yekîtiya Mêşvanên Hîzanê Seyîthan Ekîncî ji nûçegihanê AAyê ra got Hîzan bi vê hingê va tê nasîn.


Ekîncî got îsal ji ber berf û barana zêde nebat gelekî xweş hêşîn bûn û wiha axivî: "Dema kulîlk vebûn emê kewaran bikşînin û hewl bidin hingivekî biqalîte hildin. Par ji sedî 40ê mêşên me telef bûn. Di kewaran da pirsgirêk çêbûn. Emê hewl bidin îsal vê kêmasiyê ji holê rakin. Me bi hingivê bêlîs va di pêşbirkan da derece hildan. Em bûn yekemîn û duyemînên dinyayê."

Abdulhakîm Uzenê mêşvaniyê dike jî got ew 7 sal e vî karî dike û wiha axivî: "Zivistanê em mêşan dibin cihên germ. Dema bihar hat me mêşên xwe anîn cihên kulîlk lê hene. Me hundirê kewarên xwe paqij kir. Piştî 20 rojan emê herin zozanan. Li zozanan mêşê me wê li herin ser cahtirî û guniyan û wê hingivê çêbikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın