Haydar Şahin
14 Gulan 2019•Rojanekirin: 21 Gulan 2019
Li Şemzînana navçeya Hekariyê hewa êdî germ bûye û heywandar pezên xwe derdixin zozanan.
Li Şemzînanê zivistan giran û dirêj derbas dibe ji ber vê heywandar bi hatina biharê gelekî kêfxweş bûn.
Welatiyên ku li navçeyê heywandariyê dikin bi germbûna hewayê pez û dewarên xwe derxistin çêreyê.
Îsa Yalçinê heywandar daxuyanî da û diyar kir ku bi germbûna hewayê êdîheywanên xwe derdixin zozanan û wiha axivî: "Meha remezanê ye û em bi rojî ne. Loma gelekî zor e lêbelê em jî mecbûr in. Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Em saet 06.00ê ber destê sibê derketin zozanê."