Önder Beyter
06 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2020
Li Îdirê kolanên ku ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da xalî man, hatin dezenfektekirin.
Şaredariya Îdirê du rojên sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da wekî firsend emiland û li kuçe û kolanên bajêr xebata paqijiyê da destpêkirin.
Ekîban kuçe û kolanên ku zehf qelebalix dibin, paqij kirin û pey ra jî bi sabûnê şûştin û dezenfekte kirin.
Hat ragihandin, ekîba dezenfeksiyonê ku bi destê Midûriyeta Karûbarên Paqijiyê û bi telîmata Walî û Wekîlê Şaredarê Îdirê Huseyin Engin Sariibrahim hat avakirin, dê di rojên qedexeyê da xebatên paqijî û dezenfektekirinê bidomîne.