Haydar Şahin
17 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
Li Îdira bajarê li rojhilatê Tirkiyeyê bi reşbûna erdê karê şivanan dest pê kir.
Îdira ji ber mîkroklîmaya xwe wekî Çukurovaya Rojhilatê tê zanîn bihar bi xweşikahiyên cuda dewam dike.
Tebîeta bajêr bi kûlîlkan reng rengî bû û dîmenên xweşik derketin holê, erd reş bû û êdî pez û dewar jî derdikevin çêrê.
Heywanên bi mehan e di gom û tewleyan da tên xwedîkirin bi hatina biharê derdikevin derva û diçêrin. Şivan û gavanên pez û dewaran li quntara Çiyayê Agiriyê diçêrînin jî dest bi xebata xwe kirin.

- Li deştê hêşinayî li çiyê berf heye
Ji ber ku hê li li çiyê berf heye heywandar pez û dewarên xwe deşta erdê wê reş bûye diçêrînin, bi germbûna hewayê jî ew ê ber bi çiyê qame derkevin.
Mehmet Artmanê şivan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şivantiyê dike û bihatina biharê pezê xwe derxist çêrê.

Artan diyar kir ku tebîeta Îdirê ji bo heywandariyê gelekî misaît e û wiha pê da çû: "Bihar hat Îdirê, deşt xweş bû, kulîlkan vekir û erd kesk bû lê li çiyê hê berf heye. Ev jî xweşikahiyên vê derê nîşan dide. Bi hatina biharê em jî pez û dewarên xwe ji gom û tewleyan derdixin derva û diçêrînin."
- Heke hewa tam germ bibe ew ê derkevin zozanan
Artan destnîşan kir ku ew ê qasî demekê heywanên xwe li deştê biçêrîne û wiha axivî:
"Dema hewa tam germ bibe û berfa li çiyê bihele em ê herin zozanên xwe. Emrê me jî wisa derbas dibe, em nanê xwe wiha qezenc dikin. Hin kes bir û keriyên xwe hin kes jî birên xelkê diçêrînin. Dema bihar tê şixulê me jî dest pê dike, emê hetanî zivistanê li çil û çiyan bin."
Mert Çekîçê şivan jî got zivistanê heywanên xwe di tewle û goman da xweyî kirin û wiha pê da çû:
"Nika li her alî kulîlkan vekir û çêre hêşin bû. Dema me ya çêrandina pêz hat. Em ê qasî demekê li van deran biçêrînin, dema hewa ta germ bibe jî em ê herin zozanan. Me zivistanê jî şiwantî û gavantî dikir lêbelê bi tenê pez û dewar di hundir da alif dikirin. Êdî me pez derxist derva û dest bi karê li derva kir."