Li Xelatê karkerên keviran derdixin di binê germê da dixebitin
LI Xelata navçeya Bidlîsê karkerên di kana keviran da dixebitin guh nadin germê bi ûsila berê keviran derdixin.
Bitlis
LI Xelata navçeya Bidlîsê karkerên di kana keviran da dixebitin guh nadin germê bi ûsila berê keviran derdixin.
Kevirên Xelatê yên navdar bi salan e di çêkirina avahî, mizgeft, minare, kumbetan da tên bikaranîn.
Taybetmendiya van keviran ew e ku cihên bi van keviran va hatine çêkirin havînê hênik dike, zivistanê jî germ xwedî dike.
Ev kevir li quntara Çiyayê Nemrûdê ji kana keviran tên derxistin, di atolyeyên keviran da tên çêkirin û li çar aliyên Tirkiyeyê tên belavkirin.
Cesîm Akkuşê (44) qasî 20 salan e di kana keviran da dixebite ji rojnamevanan ra got hewa pir germ e lê ew dîsa jî dixebitin.
Akkuş got ew serê sibê tên kana keviran û heta êvarê dixebitin û wiha dewam kir: "Em nanê xwe ji keviran derdixin. Em bi alîkariya manîvelayê keviran radikin, paşê wek pakêtan berhev dikin û li kamyonan bar dikin û dişînin atolyeyan. Ev kevir avahiyan havînê hênik, zivistanê ji germ dikin. Hostatiya keviran ne kevneşopiyeke nû ye. Berê jî Goristana Selçuqiyan bigire di gelek cihan da dihat bikaranînê. Tirbeyên 800 salî yên bi kevirên Xelatê hatine çêkirin hene. Em rojê 100 blok kevir derdixin."