Li Wanê mozvanan dest bi berhevkirina hingivê reşkewaran kir

Van
MESUT VAROL - Li Çataxa navçeya Wanê mozvanên ku li herêmên 2 hezar û 700 mêtro bilindahiyê dest bi berhevkirina hingivê reşkewarê kirin ji ber bereketa zêde ya îsal kêfxweş in.
Mozên Kafkasê ji 4 cureyên herî girîng ên mozên dinyayê ne ku bêyî şekir û xwarineke din hingiv û prolînê çêdikin ku berhevkirina hingivê wan dest pê kir.
Li herêmên 2 hezar û 700 mêtro bilind ên ku ji ber dewlemendiya avûhewa, hêşînahî û nebatê moz zêde hingiv çêdikin, berhevkirina hingivê reşkewarê dest pê kir.
Midûrê Çandînî û Daristanan ê Bajêr Turgay Şîşman ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku li Çataxê li 170 dezgehan 30 hezar kewar û 8 hezar jî reşkewarên wan hene û wiha axivî: "Çatax û Baxçeseray ji ber ku hewzeyên girtî ne, ji bo hingivê reşkewarê cihên baş in. Di reşkewarê da serê kewarê 3-4 kîlo hingiv tê bidestxistin. Bihayê wê zêde ye. Derman û gubre nayê bikaranîn. Moz hema li cihê xwe yê siruştî hingivê çêdikin. Em îsal li navçeya me ya Çataxê bendê ne ku 350 ton hingiv bi dest bixin. Li tevahiya bajêr jî em hêvî dikin ku 2 hezar û 100 ton hingiv berhev bikin. Me kewarên ewil vekir, tije ne. Ji ber ku baran nebarî hingiv biqalîte û bibereket e."
Serokê Yekîtiya Mozvanan a Çataxê Aslan Semo jî daxuyand ku wan dest bi berhevkirina hingiv kiriye, ew hêvî dikin ku îsal bibereket be û anî ziman hingivê wan ji ber ku derman nayê bikaranîn pir biqalîte û tahm e.