Li Hekariyê TIR û pîkab li hev qelibîn, 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn

Van
Li Hekariyê TIR û pîkab li hev qelibîn, ji ber qezayê 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Wan û Hekariyê TIReke bi plaqeya Îranê û pîkaba bi plaqeya 65 NK 458an ku navê şofêran hê nayê zanîn, li hev qelibîn.
Li ser îxbara kesên li derdorê ekîbên tenduristî, AFAD, îtfaiye, polês û cendirmeyan çûn ciyê qezayê.
Ji ber qezayê 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Ekîban kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleya navçeya Wanê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.