Jiyan

Li Wanê ji bo "jiyana bihereket" bisqilêt ajotin

Serokê Şaredariya Edremîtê Îsmaîl Say: "Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê jî piştgirî da me. Me ji bo jiyaneke bihereket ev çalakî li dar xist. Li civatê her roj obezîte zêde dibe. Ji hêla din va me xwest balê bikşînin ser paqijiya Gola Wanê jî"

Fatih Gazioğlu  | 21.09.2019 - Rojanekırın : 22.09.2019
Li Wanê ji bo "jiyana bihereket" bisqilêt ajotin

Van

Li Edremîta navçeya Wanê 500 kes di çarçoveya "Hefteya Çalakbûnê ya Ewropayê" da hatin bal hev û qasî 4 kîlometreyî bisqiletê ajotin.

Li qeraxê Gola Wanê 500 kes ji bo ajotina bisqiletê hatin bal hev.

Li Wanê ji bo "jiyana bihereket" bisqilêt ajotin

Di çalakiyê da dîmênên rengîn derketin holê û welatiyan govend girt. Piştî çalakiyê Şaredariya Edremîtê masî û dewîn li welatiyan belav kir.

Serokê Şaredariya Edremîtê Îsmaîl Say daxuyanî da nûçegihanan û got ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da û wiha axivî:

"Em ji ber vê eleqeyê gelekî memnun bûm. Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê jî piştgirî da me. Me ji bo jiyaneke bihereket ev çalakî li dar xist. Li civatê her roj obezîte zêde dibe. Ji hêla din va me xwest balê bikşînin ser paqijiya Gola Wanê jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın