Jiyan

Li Wanê barîna berf û baranê didome

Emre Ilıkan, Orhan Sağlam  | 19.03.2024 - Rojanekırın : 20.03.2024
Li Wanê barîna berf û baranê didome

Van

 Li Wanê berf û barana ku ji duh va dibare tesîreke neyînî li jiyanê kir.

Ji ber taviya baranê ya li navenda bajêr tesîra xwe nîşan da li ser kuçe û kolanan teqalên avê çêbûn.

Ekîbên Şaredariya Mezin û yên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11em li cihên teqalên avê çêbûn, xebat meşandin.

Hin welatiyên ku ji bo baranê tedbîra wan tunebû, xwe dan ber rawestgehên otobusan ku şil nebin.

Her wisa li ser rêbejaya Wan-Hekariyê li Derwazeya Kurubaşê ya bilindahiya wê 2 hezar û 225 metre ye, berf barî. Li devera ku bi berfê spîçîl bû, ajokaran bi baldarî wesayîtên xwe ajotin.

Ekîbên polêsan jî li hin rêbendan ajokar hişyar kirin ku baldar bin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın