Yılmaz Kazandıoğlu,Sabri Yıldırım,Şener Toktaş
19 Adar 2022•Rojanekirin: 20 Adar 2022
Li Wan, Bidlîs û Mûşê ji ber şert û mercên hewaya sar rêya 190 cî û warî hat girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand ku ji ber berf û pûkê li seranserê bajêr û navçeyên wê rêya 27 cî û waran hatiye girtin.
Ji ber berf û pûkê li Mûşê rêya 113 û li Bidlîsê jî rêya 50 gundî hat girtin.
Ekîbên şaredariyan û îdareyên taybet ên bajaran ji bo vekirina rêyên di bin berpirsyariya wan da ne xebatên xwe didomînin.
Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê ji ber berfê rêya 1588 cî û waran hat girtin
Berf û bagerê li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê rêya 1588 cî û waran girt.
Li Erziromê çend roj in berf dibare û bager radibe, di çûyîn û hatinê da tengasî çêdibe.
Li deverên bilind ên bajêr bager e û bagerê rêya 1091 tax û mezreyan girt.
Ekîbên şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Berf û bagerê li Agiriyê rêya 244, li Qersê rêya 147, li Erdexanê jî rêya 106 gundan girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li Elezîz, Bîngol, Şirnex û Sêrtê rêya 517 gundan hat girtin
Li Elezîz, Bîngol, Şirnex û Sêrtê ji ber berfa zêde û pûkê rêya 517 cî û waran hat girtin.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Elezîzê hat hildan ji ber berfê li navçeyên Alacakayayê rêya 7, li Aricakê rêya 8, li Medenê rêya 20, li Qaraqoçanê rêya 69, li Kebanê rêya 1, li Kovancilarê rêya 48, li Paloyê rêya 32 û li Sîvrîceyê jî rêya 41 gundî hatibû girtin.
- Bîngol
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajarê Bîngolê hat hildan ji ber berfê li ser navend û navçeyan rêya 281 gundî hat girtin.
- Şirnex
Li Beytşebaba navçeya Şirnexê jî rêya 2 gund û gomekê ji ber berfê girtî ye.
- Sêrt
Li Sêrtê jî li navçeya Perwariyê rêya 5 gundan û li ya Şîrwanê jî rêya 2 gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet ji bo vekirina rêyan li ser karê xwe ne û dixebitin.