Haydar Şahin
13 Adar 2021•Rojanekirin: 14 Adar 2021
Li Wan, Mûş û Bidlîsê ji ber rewşa hewayê rêya 172 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ji ber berf û bagerê rêya 57 wargehan hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî, paqijkirina berfê li kuçe û kolanan dest bi xebatan kirin.
Li Mûş û Bidlîsê berf û bager bû tengasî. Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr ya Mûşê destnîşan kir ku ji ber berfê û bagerê rêya 95 gundan hat girtin.
Li Bidlîsê jî ji ber berf û bagerê rêya 20 gundan hat girtin.