Haydar Şahin
22 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2020
Li Wan, Mûş û Bidlîsê berf barî.
Li Wanê ber destê sibê berfê dest bi barînê kir û ciyên bilind çîl û sipî bûn. Li Gêdukê Karabetê yê li ser rêbejaya Wan-Baxçesarayê çûyîn û hatin bi kontrol hat kirin.
Li Bidlîs û Mûşê jî berfê ber destê sibê dest pê kir. Ekîbên şaredariyê berfa li peya rêyan û ser rêyan paqij kirin. Li rêbejaya Mûş-Bidlîsê ji ber mijê tengasî derketin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 116an a Rêbejayê Şaredariya milazgirê piştî berfê xebatên paqijiyê û xoyêkirina rê dan destpêkirin.
Welatiyan jî berfa li pêşiya xanî û dikanên xwe paqij kirin.
Li Xelata navçeya Bidlîsê jî berf û sermayê xwe rayê da.
Enes Akarsuyê esnaf diyar kir ku bi berfê çavên xwe li rojê vekirin û wiha axivî: "Demeke dirêj bû em li benda berfê bûn. Hem ji ber sermayê hek jî ji ber hişkayiyê me dixwest berf bibare. Înşaellah em ê zivistaneke xweş derbas bikin."