Mehmet Çalık
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 31 Tebax 2023
Li Banaza navçeya Uşakê otobêseke rêwiyan li TIRekê qelibî, jê yek giran 15 kes birîndar bûn.
Otobêsa ku şofêrê wê S.Ç. û plaqeya wê 07 BDL 402 e li ser rêya Uşak-Afyonkarahîsarê li taxa Dumlupinarê li TIRa ku şofêrê wê A.S. û plaqeya wê 42 HAV 47 e qelibî.
Ji ber lihevqelibandinê salçeyên di TIRê da belavî ser rê bûn.
Li ser cawdayînê ekîbên polês, tenduristî û îtfaiyeyê çûn ciyê qezayê.
Şofêrê otobêsê S.Ç, muawîn Y.E.K. û 13 rêwî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Uşakê û hat ragihandin rewşa muawîn Y.K.E giran e.
- Lêpirsîn hat destpêkirin
Walîyê Uşakê Turan Ergun ji rojnamevanan ra daxuyand ku otobês ji Çeşmeya navçeya Îzmirê dihat û diçû Çorumê.
Ergun wiha axivî: "Di otobêsê da 24 rêwî û 4 muretebat hene. Di qezayê da 15 welatiyên me birîndar bûn. Rewşa muawînê ku li pêşiyê û aliyê rastê rûdinişt giran e."
Ergun got der barê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.