Cem Şan
09 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2025
Li Uludaga ku yek ji navendên girîng ên turîzma zivistanê û kaşûnê yên Tirkiyeyê ye berfa ewil a demsalê ket.
Li Uludaga ku her sal gelek turîstên herêmî û biyanî ziyaret dikin piştî ku germahiya hewayê ket serê çiyayê berf hat.
Ji ber berfê qismeke lûtkeya Uludagê spî xemilî. Komeke çiyager jî di pûk û şiliyê da hilkişiyan serê çiyê.
Li Uludagê germahiya herî zêde 4, ya herî kêm jî di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.