Jiyan

Li Tetwanê werzişvanên biçûk digîhîjin

Li Tetwana navçeya Bidlîsê li bin banê Kluba Sporê ya Tetwan 1514ê werzişvanên biçûk û ciwan digîhîjin

Türkan Tosun   | 10.09.2019
Li Tetwanê werzişvanên biçûk digîhîjin

Bitlis

Li Tetwana navçeya Bidlîsê li bin banê Kluba Sporê ya Tetwan 1514ê werzişvanên biçûk û ciwan digîhîjin.

Rahênerê Kluba Sporê ya Tetwan 1514ê Mehmet Arîf Çaglayan ji rojnamevanan ra daxuyand îsal li Bidlîsê di lîga herêmî da ew di kategoriyên U14, U15, U17 û U19an da bûne şampiyon.

Çaglayan got li bin banê klubê 163 werzişvan hene û wiha axivî: "Ji bo ku zarokên li herêma di nav şertên baştir da him di futbolê da û him jî li dibistanê serkeftî bibin em hewl didin. Bi werzişê va em rê li ber tiştên nebaş ên ji bo zarokan digrin. Me gelek zarok ji xeysetên nebaş û tiştên nebaş xilas kir. Ji bo ku ew ji welêt û gelê xwe ra bibin kesên baş feydeya me gihîşte wan. Em li Stadyuma Bajêr a Tetwanê xebatên xwe dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın