Fatih Gazioğlu
04 Mijdar 2017•Rojanekirin: 05 Mijdar 2017
EZEZ/ÎDLIB
ÎHHya Weqfa Arîkariya Mirovahiyê li Sûriyeyê, li herêmên ku di bin kontrola mixalifan de ne bi arîkariya Heyeta Arîkariya Însanî û Pêşketina Filistîniyên Sûriyeyî 103 zava û bûk dan zewicandin.
Di vê çarçoveyê de li Îdlibê ji bona 40, li Ezeza navçeya Helebê jî ji bo 12 bûk û zavayan daweta komî hat kirin. Zavayan ji ber merasimê gotin em gelekî kêfxweş in û ji organîzatoran re spas dikin.
Merasimên hatin kirin bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir. Piştî xwendina Qur'anê xwarin dan mêvanan û merasim bi govendê qediya.

Berpirsyarê Çapemeniya ÎHHyê Selîm Tosun daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wan arîkariya cihêz jî li zava û bûkan kirin û wiha axivî: "Me 103 zav û bûk zewicandin. 71yê van filistîniyên li Sûriyeyê ne. Me arîkariya wan kir ku barê wan sivik bibe."
Ji zavayan Îhab Miheemed jî got ku ew ji ber vê merasimê gelekî kêfxweş bûne û ji ÎHH û Heyeta Lijneya Arîkariya Însanî û Pêşketina Filistîniyên Sûriyeyî kir.