Ekrem Payan
12 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Li Şirnexê 300 kewên gozel ên ku ji Îstasyona Lihevzêdekirina Kewên Gozel a Gazîentab Erikçeyê hatin anîn, hatin azakirin.
Midûriyeta Şaxa Şirnexê ya Parastina Siruştê û Parqên Neteweyî ji bo parastin û zêdekirina kewan 300 kewên gozel ên ku ji îstasyona lihevzêdekirinê anîn, li deverên kifşkirî ên bajêr hatin berdan.
Midûrê Şaxê Orhan Kalay daxuyanî da û diyar kir, wan 300 kewên gozel li siruştê aza kirin.
Kalay destnîşan kir ku wan hefteya çûyî jî li herêma Tanînê ya navçeya Uludereyê 300 kewên gozel li siruştê aza kirin, bi van va wan bi tevahî 600 kewên gozel li çolê aza kirin.
Kalay daxuyand ku ew dixwazin populasyona kewên gozel werin parastin û ji bo kêzik kurmikên ku zirarê didin, kew girîng in.
Kalay diyar kir, wan hişyarî da welatiyan ku neçin nêçîra van kewan û got ku divê heywanên kovî werin parastin.
Kalay destnîşan kir, heke were dîtin ku zirarê didin heywanan, divê xeberê bidin wan an jî hêzên asayîşê.