Mehmet Umay
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 15 Hezîran 2023
Li Eregliya navçeya Konyayê du kamyonet li hev qelibîn, di qezayê da 4 kes mirin.
Kamyoneta ku şofêrê wê Faîk Turkmen û plaqeya wê 42 ACD 176 e li Taxa Zengenê bi kamyoneta ku şofêrê wê Hasim Huseyîn û plaqeya wê 01 MD 434 e qelibî.
Li ser cawdayînê cendirme û ekîbên tenduristiyê hatin cihê qezayê.
Di qezayê da her du şofêr, Hidir El Huseyîn û Fehîme El Abudaya ku di wesayîtan da bûn mirin.