Önder Beyter
20 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2019
BITLÎS (AA) - Serokê Komeleya Çand Huner û Turîzmê ya Elcewaza Bidlîsê û xozneber Cumali Birol, dewlemendiyên ku gava xwe noqî ava Gola Wanê dike rast tê, bi zanyaran ra parve dike ku bi vî awayî di warê turîzmê da sûd jê were wergirtin.
Birol ev çend sal in xwe noqî ava golê dike û herwiha rastî dewlemendî û bedewiyên di binê golê da yên wekî mîkrobiyalîtên (mercan) ji 80 santîmetreyî heya 40 metreyî, berateyên kelehê û keştiya binavbûyî tê. Birol ji bo ku ev berate bi awayekî zanistî bên lêkolînkirin, ligel akademîsyenên ji Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê hat cem hev.
Birol ligel akademîsyenên ku hatin herêmê, xwe noqî avê kir û ciyê berateyan nîşanî wan da. Birol bi vê rêberiya xwe şixulekî girîng anî cih ku razên di binê avê da bên ronkirin.
Birol ji peyamnêrê AAyê ra destnîşan kir, gava wî bi bavê xwe ra masîgirî dikir, tora wan li mîkrobiyalîtan aliya û ji wê rojê vir va ye ku binê Gola Wanê ji bo wî bûye meraq.
Birol herwiha bal kişand ku wî 6 sal berê dest bi karê xozneberiyê kir ku ji wê rojê vir va hewil dide ku binê Gola Wanê keşf bike û wiha dewam kir:
"Binê Gola Wanê hê jî wekî razekî ye ku em jê agahdar nînin. Lewma jî ez wer bawer im ku salên pêşiya me tiştên xweş dê derkevin. Em dixwazin di 2020an da bi hevkariya zanîngehan va li Gola Wanê xebata binê avê bikin."
Birol diyar kir ku ew ê xebatên xwe bidomîne da ku potansiyela Gola Wanê binirxîne. Birol herwiha ew yek jî li gotinên xwe zêde kir û got ku ew li bendê ye ku ji çaraliyê Tirkiye û dinyayê xozneber û lêkolîner werin herêmê.