Jiyan

Li Şanliurfayê ji bo Xezeyê kermes hat vekirin

Cuma Sarı  | 23.10.2025 - Rojanekırın : 24.10.2025
Li Şanliurfayê ji bo Xezeyê kermes hat vekirin Cuma Sarı

Şanlıurfa

 Li Sîwerêga navçeya Şanliurfayê ji bo alîkariya Xezeyê kermes hat vekirin.

Mamoste û xwendekarên Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Qîzan a Yusuf Samî bi piştgiriya dê û bavên xwendekaran li baxçeyê lîseyê kermes vekirin ku pereyên ku bên berhevkirin ji Xezeyê ra bişînin.

Li lîseyê alayên Tirkiye û Filistînê hatin daliqandin.

Xwendekar û dê û bavên wan eleqeyê nîşanî kermesê dan.

Midûrê Lîseyê Abdullah Konak di merasima vekirina kermesê da daxuyand ku hemû dahata kermesê wê ji bo Xezeyê bê şandin.

Konak got ji bo ku ew balê bikşînin ser Xezeyê kermes hatiye vekirin û wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku dahata ku em ê ji kermesê bi dest bixin feydeyê bide însanên li wir, hindik be jî êşên wan sivik bike."

Ji xwendekaran Îlknur Serkendîz jî wiha got: "Em dixwazin alîkarî bigîhêjin FIlistînê. Em hewl didin hestên xwe yên maddî û manewî bişînin wê derê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın