Jiyan

Li Şanliurfayê hejmara xezalan zêde dibe

Eşber Ayaydın  | 08.06.2025 - Rojanekırın : 09.06.2025
Li Şanliurfayê hejmara xezalan zêde dibe

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê xezalên ji ber ku nesla wan li ber qeliyanê ye, hildane bin parastinê, hejmara wan bi karikên wan ra 3 hezar derbas kir.

Xezalên ku ji ber têkçûna qada wan a siruştî nesla wan li ber xetereya nemanê ye, li Îstasyona Hilberîna Xezalan a 75. Yilê ya Şanliurfayê a ser bi Rêveberiya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP) ya Wezareta Çandinî û Daristanan û herwiha li Kargêriyên Çandiniyê ya Ceylanpinarê ya Rêveberiya Giştî ya Kargêriyên Çandiniyê tên bixwedîkirin.

Xezalên li wê deverê ku tên parastin bi taybet di dema zayinê da ji bo zirar negihije karikên wan û neyên dizîn, cendirme û ekîbên DKMPê dixebitin. Ekîbên ku 24 saetên 7 rojan nobetê digirin, rê li ber nêçîrvaniya qaçax digirin.

Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman xezal û xwedîkirina wan ji bo Şanliurfayê giring in.

Şildak tekezî kir ku hemî personel weke çavên xwe guh didin xezalan û got ku dema demsala wan tê wan berdidin siruştê.

Hasan Şıldak diyar kir ku di îstasyonê da qadeke danasînê jî heye û kesên ku dixwazin xezalan bibînin vexwend bajêr.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın