Fatih Gazioğlu
26 Mijdar 2019•Rojanekirin: 27 Mijdar 2019
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bi şev di bin sifirê da 12 pile li Qersê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be û şev û serê sibê cemed, cih cihan jî mij û dûman wê çêbibe.
Germahî wê li gor demsalê be, herwiha ba jî wê ji milê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Qersê 12, li Erdexanê 11, li Agiriyê 10, li Îdirê 7, li Erziromê 5, li Erzincanê 1 û li Tunceliyê jî 13 pile hat pîvan.
Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 13, li Erzincanê 11, li Îdirê, Agirî û Erziromê 8, li Qersê û Erdexanê jî wê 6 pile be.
Li Agiriyê ji ber sermayê dar û nebatan qeşa girt. Li bajêr li ser qismekî Çemê Murat jî bû cemed çêbû.