Önder Beyter
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji nîvê şevê şûnda jî li Erzirom, Erzingan, Qers, Agirî û Erdêxanê şilope wê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa perçe ewrayî, demek şûnda jî pir ewrayî be û herwiha danê êvarê li bakurê Erzincanê şilî, ji nîvê şevê şûnda jî li Erzirom, Erzingan, Qers, Agirî û Erdêxanê şilope bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê di asta demsalê da be, ba jî wê ji hêla başûr û rojavayê başûr nerm, car carî jî nîvqewî rabe.
Li herêmê germahiya nizim a bi şev li Tuncelî, Îdir û Erzinganê 4, di bin sifirê da li Erzirom û Qersê 4, li Erdêxanê 2 û li Agiriyê jî pileyek hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya nava rojê jî li Îdirê 23, li Tunceliyê 21, li Erzinganê 20, li Agirî û Erdêxanê 15, li Erzirom û Qersê jî 14 pile be.