İsmail Hakkı Demir
18 Gulan 2021•Rojanekirin: 18 Gulan 2021
Tê texmînkiririn ku li Erzirom, Erzincan, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê germahiya hewayê ew ê bi qasî 2 û 4 pileyan dakeve.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî be.
Li bakurê rojhilatê Erziromê, bakurê Qersê û dorberê Erdexanê ji nîvro şûnda baran tê payîn.
Li herêmê germahiya hewayê ewê bi qasî 2 û 4 pileyan ji ya demsalê kêmtir be, bayê rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê 3, li Agiriyê 5, li Erziromê 6, li Erzincanê 11 û Îdirê 16 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 30, li Erzincanê 27, li Agiriyê 24, li Erziromê 22, li Qersê 21, li Erdexanê 20 pile be.