Jiyan

Li Wanê 15 ton û 200 kîlo încî kefalên bi qaçaxî hatibûn girtin, berî avê dan

Emre Ilıkan  | 18.05.2021 - Rojanekırın : 19.05.2021
Li Wanê 15 ton û 200 kîlo încî kefalên bi qaçaxî hatibûn girtin, berî avê dan

Van

 Li Wanê 15 ton û 200 kîlo încî kefalên bi qaçaxî hatibûn girtin berî nav avê dan û li 4 kesan jî 7 hezar û 416 lire ceza hat birîn.

Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr daxuyanî da û bi bîr xist ku masiyên încî kefalê di navbera 15 nîsanê û 15ê tîrmehê da ji Gola Wanê koç dikin ku xerzê xwe daynin avên şirîn û di wê navberê da jî ji bo bi qaçaxî neyên girtin kontrol tên kirin.

Hat gotin ku di vê çarçoveyê da ekîbên ewlehiyê yên cendirmeyan çûn herêma ser Çemê Akkopruyê û Qanala Şamranê ya masiyên încî kefalê lê koç dikirin û operasyon li dar xistin.

Di encama operasyonê da 15 ton û 200 kîlo încî kefalên bi qaçaxî hatibûn girtin, hatin qefaltin û 100 metre tora bi tîpa manyatê û 15 jî torên tiroviro hatin qefaltin.

Masiyên bi qaçaxî hatibûn qefaltin berî nav avê dan û li 4 kesan jî 7 hezar û 416 lire ceza hat birîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.