Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dê di asta demsalê da be
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dê di asta demsalê da be.
Erzurum
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dê di asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe ewrayî û cih cihan jî pir ewrayî be.
Li herêmê germahî dê di asta demsalê da be û her wiha ba jî dê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Qersê 10, li Erdexan, Agirî û Erziromê 11, li Erzinganê 16 û li Îdirê jî 22 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir û Erzinganê 32, li Agiriyê 28, li Erziromê 27, li Qersê 26 û li Erdexanê jî 23 pile be.