Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat Qendîla Mewlûdê hat îdraqkirin

Bingöl
Li Diyarbekir, Elezîz, Batman, Sêrt, Mêrdîn û Bingolê ji ber Qendîla Mewlûdê bername hatin lidarxistin.
Li Mizgefta Mezin a li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê piştî nimêja êvarê bernameya qendîlê hat lidarxistin, Qur'ana Pîroz û mewlûd hat xwendin, lawij û qesîde hatin gotin.
Alîkarê Miftiyê Bajêr Selahattîn Yilmaz û cemaatê ji bo yekîtî û bihevrabûna Tirkiye û alema Îslamê û Xezeyê dia kir.
- Elezîz
Li Elezîzê jî welatiyên ku li mizgeftan hatin bal hev Qendîla Mewlûdê îdraq kirin.
Di bernameya ku Miftîtiya Bajêr li Mizgefta Îzzet Paşa ya dîrok, bername li dar xist, di bernameyê da Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hatin kirin.
- Batman
Miftîtiya Bajêr a Batmanê li Kuliyeya Necat Nasiroglu bername li dar xist û di bernameyê da Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hatin kirin.
Di bernameyê da bi Tirkî, Kurdî û Erebî mewlûd hat xwendin.
- Sêrt
Li Sêrtê jî li mizgeftên li bajêr Qendîla Mewlûdê hat îdraqkirin.
Welatiyan li Mizgefta Hecî Fethî Serîn nimêja eşayê kirin û dia kirin.
Piştî nimêjê weaz hat dayîn, mewlûd hat xwendin, lawij hatin gotin.
- Mêrdîn
Li Mêrdînê di bernameya ku li Mizgefta Şakîr Nuhoglu hat lidarxistin da Qur'ana Pîroz û mewlûd hat xwendin.
- Bingol
Li Solhana navçeya Bingolê ji ber Qendîla Mewlûdê li mizgeftan bername hat lidarxistin.
Di bernameya ku li Mizgefta Mezin hat lidarxistin da Qur'ana Pîroz û mewlûd hat xwendin.