Ahmet Aydın
21 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokê Karûbarê Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez bi bîr anî ku di 22yê berfanbarê da, şeva ku sêşembê bi çarşembê ve girê dide, mewlûda şerîf, rojbûna qasidê mihrîbaniyê yê dawî ku Xwedê wî ji bo hemî aleman ra şandiye, ê bê îdrakkirin.
Gormez anî ziman ku şewqa wehyê ya ku bi Hezretî Mihemed ra hatiye xwarê, careka din dil rohnî kirin û nîyaz kir ku ev şewq, ji bo hemî mirovayetiyê huzûra manewî bîne.
Serokê Karûbarê Diyanetê got, "Ez ji Xwedayê Mezin niyaz dikim ku Qendîla Mewlûdê ji bo welat û milletê me, ji bo xelkê ser ruyê erdê bi giştî, bibe sedema mihrîbanî, aştî, bereket û selametê."
Gormez bal kişand ser wê yekê ku erdnîgariya Îslam û misulmanan di pêvajoyeke herî zor ya dîrokê da derbas dibe û destnîşan kir ku tundî, teror, şer, pevçûn û rageşiyê mirovayetî dorpêç kiriye.
Serokê Karûbarê Diyanetê got, "Misulman di herikandina xwîna hevdû da berdewam in, em bi şiklekî xemgîn dibine şahid ku miroveyetiyê wîjdanê xwe ji dest daye. Bi milyonan mirov ji cih û warê xwe, ji welatê xwe dibin û jiyana xwe ji dest didin. Zarok hêviyên xwe, xeyalên xwe û siberoja xwe ji dest didin. Mirovayetî di nav çirava cihêxwazî û nezaniyê da diçikile."
Gormez peyama xwe wiha domand, "Tevî ku Hezretî Mihemed bêyî cihêkirina nîjad, ziman, reng û erdnîgarî, hemî kes weke bawermendê heman Xweda, heman pirtûk û heman pêxemberî, herwiha weke secdeberê heman secdegehê ragihandibû, lê mixabin mirov ji exlaqê biratiyê dûr ketin."