Li Rojhilatê Anadoluyê germahî di asta demsalê da ye

Erzurum
ERZURUM (AA) - Tê texmînkirin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî dê di asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa dê perçe û kêm ewrayî be.
Tê texmînkirin, li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji rojava nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 32, li Îdirê 30, li Erzinganê 29, li Agiriyê 27, li Erzirom û Qersê 25 û her wiha li Erdexanê jî 23 pile be.