Jiyan

Li Qersê dîmena hevxeniqandina seba nanê ser sergoyê yê hirçê boz û kûçikan hat kişandin

Hüseyin Demirci  | 19.09.2021 - Rojanekırın : 20.09.2021
Li Qersê dîmena hevxeniqandina seba nanê ser sergoyê yê hirçê boz û kûçikan hat kişandin

Kars

 Li Sarîqamişa navçeya Qersê hirçê boz ên ku timî tên taxan û ji xwe ra xwarinê digerin, rastî kûçikên ku nanê ser sergoyan dixwarin hatin û wan û kûçikan hev girt.

Hirçên boz li Sarîqamişê bi taybetî rojên ku baran dibare, tên navenda navçeyê û li xwarinê digerin.

Hirçên boz hatin taxa Înonuyê ya ku nêzî daristanê ye û ji xwe ra ser konteynerên sergoyê geriyan ku xwarinê peyda bikin. Wê demê rastî kûçikên ku ji xwe ra li ser sergoyan li xwarinê digerin, hatin.

Kûçikan xwest ku hirç ji sergoyê dûr bikevin, lê hirçê guh neda kûçikan û konteynera sergoyê bi lingên xwe anî xwarê û kete navê ku xwarinê bibîne.

Hin welatiyan dîmena hirç û kûçikên ku ji bo nanê ser sergoyê hev girtin kişand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın