19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
VAN
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekkariyê berf û bagerê rêya 83 gund û taxan girtiye.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li giştiyê bajêr berfê rêya 6 tax û 18 mezreyan girtiye.
Li gor daxuyaniyê ekîbên şaredariyê rêya tax û mezrayên Edremît, Tuşba, Îpekyolu, Gurpinar, Mûradiye, Ozalp û Serayê vekirin, ji bo vekirina rêya tax û mezrayên Başkale, Miks, Erdîş, Çaldiran, Çatak û Gevaşê jî xebat dewam dikin.
Li gor agahiya ku ji 11emîn Midûriya Herêrmê ya Rêbejê hat hildan, li giştiyê herêmê rêyên girtî tunene, ekîb timî rêyan fireh dikin û xoyê dikin.
Li gor 14emîn Midûriya Herêrmê ya Rêbejê jî li Hekkarî û navçeyên wê dibe ku berf bibare.
- Bidlîs
Midûrê Rê û Xizmetên Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bidlîsê Umît Kurtkan daxuiyanî da û got ku ji ber berf û bagerê rêya 16 gundan hatiye girtin.
Kurthan destnîşan kir ku xebata vekirina rêyên xitimî berdewam e û bona rewşên hawarçûnê jî ekîb amade disekinin û herwiha Kurthan got ku welatî bira îxbarên derew nekin.
Midûrê Meteorolojiyê yê Bitlîsê Rasîm Saraç jî diyar kir ku li navenda bajêr qalindahiya berfê mêtroyek e û li deverên serdest ev qalindahî digehîje 1,5 mêtroyî.
Saraç bal kişand ku bi şev pileya germê, di bin sifirê da 18 pile hat pîvan û ji ber hindê welatî divê li hemberî cemed û seqemê baldar û bitevdîr bin.
Ekîbên şaredarî û yên rêbejayê li navenda bajêr berfa kolan û kuçeyan paqij dikin.
- Hekarî
Li Hekariyê jî sermayeke dijwar heye û berfê rêya 91 gundî girt. Lêbelê rêya 83 gundan hatin vekirin. Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê bona vekirina rêya 8 gund û 15 zoman dixebitin.
- Mûş
Hat ragihandin ku li Mûşê jî ji ber berf û bagerê rêya 20 gundan hatin girtin. Herwiha bona vekirina rêya gundan ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê bênavber xebatên xwe didomînin.