Cüneyt Çelik,Faruk Küçük,Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Abdullah Söylemez,Bülent Mavzer
01 Nîsan 2023•Rojanekirin: 02 Nîsan 2023
Li Erzirom, Qers û Agiriyê piştî berf barî li hersê bajaran jî hewa sar bû û di jiyana rojane da zehmetî çêbûn.
Li Erziromê ji ber hewaya sar sîfirnekên xaniyan şembelîkên qasî metreyek dirêj girtin û rê û peyarêyan jî cemed girt.
Ekîbên rêvekirinê li çar aliyê bajêr xebatên xwe didomînin û ji ber rêyên cemedgirtî zor gihîşt şofêran.
Di meha biharê da li bajêr germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da heta 10 pileyî ket û stûriya berfê jî li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 127 santîmetre hat pîvandin.
- Qers
Li bajarê Qersê berfa ku barî di jiyana rojane da bû sedema zor û zehmetiyan. Germahiya hewayê di bin sifirê da heta 7 pileyan daket û ji ber berfa ev sê roj in bi tesîr e jî çar alî di bin berfê da ye.
Welatiyên serê sibehê wê dest bi xebatê bikin jî berfa ser wesayît û pêşiya dikanên xwe paqij kirin û ji aliyekî va jî rêvekirin û xwêreşandin dewam dike.
Li navçeya Sariqamîşê jî gol qerisîn û sîfirnekên avahiyan jî şembelîk girtin.
- Agirî
Bajarê Agiriyê jî bi berfa ku duh barî va çîl spî bû û ji bo vekirina rêyên li bajêr xebat didomin.
- Erdexan
Çar aliyê bajêr di bin berfê da ma û germahiya hewayê jî gorî demsalê kêm e û ji ber vê jî rê û peyarêyan cemed girt.
- Îdir
Li Îdirê jî berfa ku duh car caran dibarî li ser jiyana rojane tesîreke neyînî hişt.
Li deverên bilind stûriya berfê nêzî du bihustî ye û rêya 38 gundan ji çûn û hatinê ra girtî ne.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajarê Îdirê jî ji bo vekirina wan rêyan xebatên xwe didomînin.