Önder Beyter
15 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2019
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û serma tesîra xwe nîşan dide û lewma jî li hemberî cemed û hişkiyê welatî hatin hişyarîkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li Erzirom û navçeyên wê yên li başûr şilope û berf, li Erzincan û rojhilatê wê jî baraneke hûr dê bibare.
Bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da li Erdexan û Qersê 2, li Erzirom û Agiriyê 1, li Erzinganê 5, li Tunceliyê 3 û li Îdirê jî pileyek hat pîvan.
Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Tunceliyê 9, Îdir û Erzinganê 7, li Qers û Agiriyê 3 û li Erdexanê jî 2 pilebe.
Rayedaran destnîşan kir ku li herêmê bi giştî nîvê şevê û destê sibehê ji ber ku hişkî û serma dê çêbe, divê welatî û kesên eleqedar baldar û bi tedbîr bin.
Piştî berfa ku vê dawiyê ket li navendên kaşûnê sitûriya berfê li Palandokenê 50, li Sariqamûşê 25 û li Konakliyê jî 21 santîmetre hat pîvan.
- Qers
Li Qersê piştî ketina berfê, sermayê tesîreke neyênî li jiyanê kir. Ji ber serma û hişkiyê hin welatiyan wesayîtên xwe bi betaniyê nixumandin.
Li navçeya Sariqamûşê jî barîna berfê binavber dewam dike. Daristanên darçamên zer û nebat spîçîl bûn, şembelûk bi baniyên avahiyan daliqîn.
Sitûriya berfê li navçeyê bû 15 santîmetre û herwiha li gundê Handere ku raqima wê 2 hezar û 300 e jî bû 25 santîmetre.
Şêniyê deverê Turhan Koçaş diyar kir ku îsal berf dereng ket, tesîra sermayê dewam dike û wiha got, "Niha berf dibare, înşelah dê dewam bike."
- Tuncelî
Li navçeya Ovacikê berfa ku nîvê şevê dest pê kir û destê sibehê zêde kir, tesîreke neyênî li jiyanê kir.
Li navçeya ku bi berfê spîçîl bû, ajokar û peyarê ji ber berfa li ser kuçe û kolanan zehmetî kişandin.
Xelkê navçeyê berfa li ber xanî û kargehên xwe paqij kirin.
Ekîbên şaredariyê yên berfpaqijkirinê li navenda navçeyê û di rêyên gundan da xebata paqijkirina berfê kirin.
- Agri
Li Agiriyê berfa ku binavber dibare û herwiha bagerê tesîr li heywandarên ku heywanên xwe li ciyên bilind diçêrînin kir.
Heywandarên ku pezê xwe biribûn çêre, ji ber barîna berfê zehmetî kişandin.