Li navçeya Eleşkîrta Agiriyê kamyonetek û tirek li hev qelibîn. Di qezayê de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan kamyoneta ku plaqaya wê 65 FD 444 û şofêrê wê Fadil Çelebî bû li navçeya Elaşgirê li taxa Saricanê bi tireke ku plaqaya wê 51 A 819 û nasnameya şofêrê wê nediyar ve li hev qelibî. Di qezayê de ajovanê kamyonetê Fadil Çelebî û Saniye, Ubeyt û Şîrîn Çelebî mirin. Naîf û Necîbe Solmaz û ajovanê tirê birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elaşgirê. Piştî mudaxaleya wan a ewil hat kirin ew sewqî Agiriyê kirin.