KARS
Jinên ji Qersê ji bo amadehiyên zivistanê dest bi xebatan kirin û ji niha va penîr dadigirin eyarên bizin û miyan û kûp û derdanên cam.
Penîrê çîçal ji bo debar û xwarina herêmê gelek girîng e. Jin ji bo di zivistanê de bixwin ji niha va penîrê çîçal dadigirin.
Penîrê çîçal ji şîrê çêlekan tê çêkirin. Çêkirina penîrê çîçal hêsan nîne. Pêşiyê li tendurê dikelînin, hayven dikin, heta ku çêdibe tevda didin û paşê jî di leganên mezin de hasil dikin heta ku wek têlan ji hev diqete li hev ba didin, di dawiyê de jî xwê dikin.
Penîr di herî dawiyê de jî dadigirin eyarên bizin û miyan û di kîleran de vedişêrin û heta zivistanê dest nadinê.
Kîloya penîrê çîçal di navbera 8 û 15 lîreyî de tê firotin.
Ji jinan Ayşe Demîrciyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev du meh in ji bo ku penîr çêbikin şîr tov dikin û wiha got: "Ev kedeke mezin dixwaze. Em her êvarê çêlekên xwe didoşin. Paşê jî ji şîrê çêlekan penîr çêdikin."
Demîrciyê destnîşan kir ku penîr çêdikin, difroşin û bi vî awayî alîkariya debara mala xwe dikin û wiha axivî:
"Em niha penîr dadigirin kûp û eyaran, zivistanê jî derdixin û didin ser sifreya xwe. Îsal li zozanan çêre û kulîlk zehf zêde bûn, ji ber vê yekê şîr jî zêde bû."