Jiyan, archive

Li Rojhilatê sir û seqem heye

Rojhilata Anadoluyê bi şev pir sar e. Li Erzûrûm, Qers û Ardahanê germahî di bin sifirê de 4 pîle ye. Li herêmê berf barî û pûk çêbû.

08.12.2013 - Rojanekırın : 08.12.2013
Li Rojhilatê sir û seqem heye

ERZURUM 
 
Rojhilata Anadoluyê bi şev pir sar e. Li Erzûrûm, Qers û Ardahanê germahî di bin sifirê de 4 pîle ye. Li herêmê berf barî û pûk çêbû.

Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat standin, herêm di bin bandora hilmegura nizm a ku ji aliyê Balkanan ve tê de ye û ji ber vê pir sar e û berf dibare.

Li herêmê germahî dikeve bin sifirê. Germahî li Ezurm, Qers û Ardahanê di bin sifirê de 4, li Îdirê di bin sifirê de 2, li Agiriyê di bin sifirê de 1 û li Erzincanê sifir pîle ye. 

Li gor texmînan, di nav rojê de germahiya herî zêde dê li Erzincanê 2, li Îdirê 1, li Ezurmê sifir, li Agiriyê di bin sifirê de 1, li Qers û Ardahanê di bin sifirê de 2 pîle be.  

Li herêmê berfê êvarê dest pê kir û heta bişev barî. Li Ezurmê 17, li Ardahanê 13, li Qersê 8, li Agiriyê 4 santîm û li Îdirê jî santîmek berf heye. Li Navenda Şişmatokê ya Bayraktepeyê jî 40 santîm berf ketiye. 

Rayedarên meteorolojiyê gotin ku dibe ku nava rojê berf bibare û bişev jî germahî kêm bibe. Rayedaran ji bo cemedê hişyarî da gel. 

 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın