Li Herêma Anadoluya Rojhilat serê sibê berfê dest pê kir û hê dibare.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Meteorolojiyê hat hildan, herêm di tesîra hilmegura nizm a Basrayê de ye û li ser herêmê ewr pir zêde ye, dibe ku berf û baran bibare.
Tê texmînkirin ku li navend û hêla başûrê Erziromê, Qers, Agirî û Erdexanê baran û şilope; li Ezircan, Îdir û hêla bakurê Erziromê baran bibare.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erzirom û Qersê sifir, li Agirî û Erdexanê pileyek, li Bitlîsê 2 pile, li Hekariyê 3 pile, li Ezircanê 4 pile, li Wan û Îdirê 5 pile, li Mûşê 6 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li herêmê bi roj germahiya hewayê herî zêde wê li Îdirê 14, li Ezircanê 12, li Wanê 11, li Mûşê 10, li Hekariyê 8, li Qersê û Erziromê 7, li Bidlîs û Agiriyê 6, li Erdexanê 5 pile be.
Qalindahiya berfê li Erziromê 3, li Agiriyê 2, li, Bidlîsê 35, li navenda xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê 80, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 105, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 106 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê ji bo şepê hişyarî da gel.
Li Sariqamişa navçeya Qersê bi şev berfê dest pê kir û hê jî dibare. Welatiyan serê sibê berfa li ber dikanên xwe avêtin. Ekîba şaredariyê berfa kuçe û kolanan diavêje.