28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û bager li ser jiyana gel tesîreke neyînî dike.
Li Wanê ji ber berf û bagerê rêya 21 taxan ji çûyîn û hatinê ra girtî ye.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat diyarkirin ku di xebatên ku ji do virda dewam dikin da rêya 76 taxan hat vekirin, ji bo rêyên ku hê girtî ne jî xebat dewam dikin.
Hat ragihandin ku li navçeyên Tuşba, Saray, Ozalp, Muradiye, Îpekyolu, Ercîş, Edremît û Çaldiranê rêyên girtî tunin, li herêma Kirkgêçitê ya li navçeya Gurpinarê ji ber berf û bagerê û xetereya aşîtê nikarin xebatan bidomînin.
Wek mayîn ekîbên Midûriyeta Herêma 11an a Rêbejê berfa ku li hin ciyan qalindahiya wê dijihêje 3 metreyan paqij kirin û rêya Wan-Baxçesarayê ji çûyîn û hatinê ra vekirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat destnîşankirin ku wer texmîn dikin ku li herêmê hewayê ewravî be, car caran berfê hindik hindik bibare.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li bendê ne ku germahiya hewayê qasî 1-3 pileyan dakeve û wiha hat nivîsandin. "Li herêmê cemedê hebe, bira welatî baldar bin û bê tevdîr dernekevin rê. Li ciyên berwarî yên ku berf zêde lê heye dibe ku aşît bikeve, bira her kes tevdîrên xwe bistîne."
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku berf û bagerê rêya 33 gundan girtiye.
Kurtkan diyar kir ku xebatên vekirina rê bê navber dewam dikin, ji bo rewşên acîl ekîb timî amade ne.
Midûrê Meteorolojiyê yê Bidlîsê Rasîm Saraç jî ji bo qerm û cemedê hişyarî da welatiyan.
Li navenda bajêr avêtina berfê dewam dike.
- Mûş û Hekarî
Li Mûşê jî berfê rêya 10 gundan girtiye û ji bo vekirina rê xebat dewam dikin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji duh va rêya 40 gundî vekir.
Li navenda bajêr avêtina berfê dewam dike. Ekîbên şaredariyê berfê li kamyonan dikin û dibin davêjin.
Li Hekariyê jî berfê rêya 11 gund û 22 mezran girtiye.