29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2016
AFYONKARAHÎSAR
Rêya Afyonkarahîsar û Enqereyê ji ber berf û bagerê hat girtin.
Li gor agahiya rayedarên Şeftiya Şaxa 31emîn a Rêbejayê, li Ayfonkarahîsarê û der û dora wê ji ber ku berf û bager e, hewa gelek sar e çûyîn û hatin zehmet e.
Li Afyonkarahîsarê ji duh êvarê va berf dibare.
Rêyên ku Afyonkarahîsarê û Enqere, Antalya, Îzmir, Uşak û Kutahyayê bi hev ra girê dide ji ber berf û bagerê di çûyîn û hatinê de dibe sedema zehmetiyan.
Rêya Afyonkarahîsar û Enqereyê ji ber berf û bagerê hat girtin, seferên otobêsan ên ku ber bi Enqereyê va diçin hatin betalkirin.
Piştî ku berf û bager bisekine rê wê ji bo trafîkê bê vekirin.