Cüneyt Çelik
11 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2024
Li Qersê piştî barîna berfê roviyên ku xwarin bi dest wan nakeve, li zeviyên ku bi berfê spî bûne, derketin nêçîrê.
Li bajêr hewaya sar û seqem bandorê li ser jiyana kovî jî dike.
Nêzîkî rêbeja Qers-Çildir û Qers-Dîgorê roviyên sor ên ku ji bo zikê xwe têr bikin derketine nêçîrê, maweyekê bi bêdengî guhdariya derdorê dikin ku şopa nêçîrekê bibihîzin ya bibînin.
Roviyên ku di warê nêçêrî da serkeftî ne û weke "fenek" û "fêlbaz" bi nav û deng in, di van şert û mercên dijwar ên siruştê da serî li hemî fen û fêlên xwe didin.