Jiyan

Li Qersê leglegan mêrgên dirûtî şên kirin

Hüseyin Demirci  | 12.08.2025 - Rojanekırın : 15.08.2025
Li Qersê leglegan mêrgên dirûtî şên kirin

Kars

KARS (AA) - Li bajarê Qersê yê ku li Tirkiyeyê zivistana wê dirêj û dijwar derbas dibe, leglegên ku derbiharê tên, di nav mêrgên dirûtî da bi komî ketin ber kamerayê.

Leglegên ku derbiharê tên herêmê, di hêlînên xwe yên li ser dîreg û baniyên avahiyan da cûcikan derdixin û her wiha cûcikên xwe mezin dikin.

Leglegên ku di nîsan û gulanê da hêk dikin, nêr û mê pêk va bi dorê derdora 34 rojan kurk rûdinin û dû ra 2-4 cûcikan mezin dikin.

Legleg her wiha di tîrmeh û tebaxê da jî firîn û qûtdîtinê fêrî cûcikên xwe dikin. Van deman jî legleg di wextê dirûtina mêrgan da kom bûn û dest bi nêçîrê kirin.

Gundê Karahamzayê yê navçeya Selîmê yê bi mêrg û dehlên xwe navdar e û her sal leglegan diezimîne, bi dehan leglegan şên bû. Piştî ku cotkaran mêrg dirûtin, leglegan berê xwe dan nav zeviyên dirûtî û ketin dû zîndewerên wekî beq, kulî û kurmikan.

Cotkar Gorkem Ekinci ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku her sal gava ku ew dest bi dirûna mêrgan dikin, legleg zêde dibin.

Ekinci bal kişand ku wan dest bi dirûna mêrgan kir û wiha dewam kir, "Em li mêrgan pelexê kom dikin. Legleg jî bi beq û têjikên beqan zikê xwe têr dikin. Leglegên ku di germa havînê da di nav mêrg û zeviyan da dixuyên, di meha mijdarê da ji vir koç dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın