Gola Masiyan a li Agiriyê di vê germê da ji geştiyaran ra bûye cihê bêhnvedanê

Ağrı
Gola Masiyan a li Agiriyê yê ku yek ji cihekî geştiyariyê yê sereke yê Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, bi bedewiya xwe ya siruştî û hewaya xwe ya sar û paqij va ji ziyaretvanan ra dibe cihê bêhnvedanê.
Gola Masiyan a li bakurê Taşliçaya navçeya Agiriyê goleke volkanîk e û ji ber bedewiya xwe ya siruştî her demsal mazûvaniya geştiyaran dike.
Rûyê golê zivistanê bi qeşayê tê nixumandin.
Gola li 2 hezar û 241 mêtro bilindahiyê ye derfetê dide mêvanan ew di nav hawirdoreke ku lê girav, cisnên çûk û masiyan heye û xwedî siruşteke xweş da wextê xwe derbas bikin.
Yakup Bîrlîkê ku li devê golê xwedî kargehekê ye ji nûçegihanê AAyê ra got geştiyar her demsal tên vê derê.
Bîrlîk anî ziman ji ber ku hewa li vir hênik e gelek kes tên û wiha axivî: "Li her aliyê Tirkiyeyê kelekela germê heye, lê Gola Masiyan qasî ku meriv lê serma bike hênik e. Li Îdirê hewa 40 pile germ e ku yên ji wir jî tên hene."
Mustafa Saburê ji Vîyanaya Avusturyayê hatiye jî got ew her sal ji xurbetê tê welêt û lê cara ewil e ku wî Gola Masiyan dîtiye.
Mehmet Kaya jî anî ziman ku Gola Masiyan cihekî baş e û divê havîn û zivistanê ji vir feydeya turîzmê bê dîtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.