Hüseyin Demirci
09 Nîsan 2024•Rojanekirin: 16 Nîsan 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya zivistana wê dijwar derbas dibe, pîvokên ku wekî "mizgîniya biharê" tên zanîn, vekirin.
Li navçeya ku bi raqima 2 hezar û 200î va ji cihên herî bilind ên Tirkiyeyê ye, bi zêdebûna germahiyê ra ya di van rojên dawîn da, belekî dihelin. Bi ava berf û belekiyan va li mêrg û çayîran av gol bû.
Li rasta Hançerliyê û Geliyê Keklîkê kulîlkên zer û binefşî yên mizgîniya biharê vekirin.
Her wiha ava Sûlava Keklîkê jî bi ava belekiyan va zêde bû.
Wênegirê amator Şenay Vanli diyar kir, piştî ku dinya germ bû û helîna berf û belekiyan dest pê kir, dîmenên pir sipehî derketin holê û wiha got, "Em tevî hevalan hatin, em dîmenan dikişînin. Em wêneyên pîvokan dikişînin. Biharê xwe nîşan da."