Nihat Kavşut
21 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
KARS
Li Qersa ku ji bona heywandariyê dereke zehf girîng e welatî ji bo biçêrînin çêlekên xwe yên dotinê derdixin ciyên bilind û diçêrînin.
Gavanên li Hamamli, Bozat û Alîsofuya gundên Sarîqamîşa navçeya Qersê ji bona baş şîr bidin çêlekên dotinê havînê derdixin çêreyên ku qederê 2 hezar û 500 mêtro bilind in.

Gavan her roj ber detê sibehê bi sedan çêlekên dotinê dibin diçêrînin û 7 kîlomêtro diajon û ji bona dotinê cardin vedigerin gund.
Di dagerê da ji bona çêlek wenda nebin zarok jî dibin dûajoyê gavanan.
Ber êvarê gava dagera garanê, dewar dikevin rêyên bi toz û xubarê û dîmenên balkêş derdikevin meydanê.