Önder Beyter
04 Mijdar 2020•Rojanekirin: 10 Mijdar 2020
Li Qaqizmana navçeya Qersê çêkirina benî û komeyên ku ji tamên herêmî ne û zivistanê wekî pêxwarin tên xwarin, dest pê kir.
Welatiyên ji navçeya Qaqizmanê çendek berê darên gûzan daweşandin û gûz berhev kirin.
Jinên herêmê jî piştî ku gûz hatin berhevkirin û hişkirin, zend û bend badan û dest bi çêkirina benî û komeyên hingiv û gûzan kirin ku zivistanê nexasim bi çay ra wekî pêxwarin tê xwarin.
Jinên ku bi rêbazên edetî van berheman çêdikin, ewil kremaya hingiv, dims û ar çêdikin.
Jin dû ra jî gûzên ku di ta ra derbas kirine û ziha kirine, tînin û di nav vê kremayê da dikin.
Piştî vê qonaxê, benî û kome dîsa tên dardakirin da ku ziha bibin. Herî dawî benî û komeyên dapalandî, ji bo firotanê cihê xwe yê li ser dezgehan werdigirin.
Xelkê herêmê Sevda Atişê di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, benî û komeyên ku ji bo gelek bajarên Tirkiyeyê tên şandin, eleqeyeke zêde dibînin.
Atişê diyar kir ku benî û kome zivistanê nexasim bi çay ra wekî pêxwarin tê xwarin û wiha dewam kir, "Ji bo benî û komeyên gûzan em kremaya hingiv, dims û ar çêdikin. Komeyên me bi vî awayî nerm dimînin û zivistanê jî tezebûna xwe diparêzin."