Hüseyin Demirci,Günay Nuh
31 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 01 Mijdar 2024
Li Qers û Erdexanê serma û qiravî tesîreke nebaş li ser jiyanê dike.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da daket 6 pileyan.
Paceyên wesayîtan qeşa girt û li ser nebatan qiravî çêbû.
Hin welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Li Erdexanê ji ber hewaya sar qeşa û cemed çêbû.
Paceyên wesayîtên ku li derva hatine parkkirin qeşa girt, dar û beran qiravî girt.
Hin welatiyan branda û pîne avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.