Jiyan

Li Qers û Erdexanê berf dibare û mij ketiye erdê

Ji ber rewşa hewayê ya neyênî û mijê 3 roj in balafir nikarin li Balafirgeha Kars Harakaniyê daynin

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, İdris Karaoğul, Günay Nuh, Anıl Aydın  | 10.12.2025 - Rojanekırın : 11.12.2025
Li Qers û Erdexanê berf dibare û mij ketiye erdê

Kars

 Li Qers û Eerdexanê berf dibare û mij ketiye erdê.

Li Qersê du roj in bi navber berf dibare û tengasiyê dide kişandin. Ji ber berfê şofêran di ajotina erebeyên xwe da, welatiyan jî di meşê da zehmetî kişand.

Ekîbên Şaredariya Qersê û Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejan di rê û peyarêyan da paqijkirina berfê dan destpêkirin.

Keleha Qersê û avahiyên dîrokî yên navenda bajêr di binê berfê da man û dîmenekî xweş derxistin holê.

Ji ber rewşa hewayê ya neyênî û mijê 3 roj in balafir nikarin li Balafirgeha Kars Harakaniyê daynin. Ekîb di pîstan da xebata paqijkirina berfê dikin.

Li navçeya Akyakayê jî mijeke zêde ketiye erdê.

Li navçeya Sariqamîşê jî berfeke zêde ket.

Berfê dar û ber pêçan û li navçeyê qalindahiya berfê derket 35 santêman, li navenda xweşiqitandinê jî qalindahiya berfê derket 60 santêmî.

Ekîbên rêbej û şaredariyê berf avêtin û xoy reşandin.

Li Erdexanê jî berfê der û dor spî kir û ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın