Jiyan

Li Batmanê li 40 hilberîneran 5 hezar fîdanên zeytûnan hatin belakirin

Şahin Seçen  | 10.12.2025 - Rojanekırın : 10.12.2025
Li Batmanê li 40 hilberîneran 5 hezar fîdanên zeytûnan hatin belakirin

Batman

 Li Heskîfa navçeya Batmanê li 40 hilberîneran 5 hezar fîdanên zeytûnan hatin belakirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Qaymeqamtiyê hat dayîn, bi fînansmana Îdareya Taybet a Bajêr di çarçoveya "Projeya Pêşxintina Zeytûnkariyê" ya Midûriya Çandinî û Daristanê bi rê va dibe da li 40 hilberîneran 5 hezar fîdanên zeytûnan hatin belakirin û ji sedî 75ê wan wek hîbe ye.

Qaymeqam Mehmet Alî Îmrak spasiya kedkarên projeyê kir.

Walî û Cîgirê Şaredar Ekrem Canalp, Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Ayhan Bugday, nûnerên sazî û sazûmaniyên qamûyê û partiyên siyasî û hilberîner beşdarî bernameyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın