Cüneyt Çelik,Muhammet Ali Ateş,Bülent Mavzer,Sabri Sarcan
16 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2024
KARS (AA) - Ji bo şehîdên Kerbelayê li Qers, Agirî û Îdirê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Li Qersê welatiyên ku li ber Mizgefta Çarşiyê ya Hezretî Elî kom bûn, ji wir dest bi meşê kirin.
Kom ji Kolana Faîkbeyê heta Mizgefta Işikliyê ya Ehlêbeytê mersîye got û meşiya. Komê li mizgeftê ji bo şehîdan dia kir.
Welatî paşê hatin Şehîdiya Garnîzonê ya Qersê, li wir rêz nîşan dan û Qur'an xwend.
- Agirî
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê Komeleya Keskan a Ehlêbeytê bernameyeke bîranînê li dar xist.
Welatiyên ku serê sibê çûn ziyareta goristanê û gundê Yassikayayê, heta Mizgefta Kesk a Ehlîbeytê meşiyan.
Welatiyan îlahî xwendin, li singê xwe xistin û rondik rijandin.
- Îdir
Li Îdîrê jî kesên ji mezheba Ceferiyan çûn Goristana Asriyê û ji vir jî heta Meydana Zubeyde Xanimê meşiyan.
Di bernameya li vir da Qur'an hat xwendin, dia hatin kirin û xwarin û vexwarin hatin belavkirin.